‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
Partiya Çepên Kesk, li Şemzînanê û Geverê bi hezaran kesan re li hev civiya. Di civînê de bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hat nîşandan û wiha hat gotin: “Hûn nikarin roja me tarî bikin.”
Partiya Çepên Kesk, li Şemzînanê û Geverê bi hezaran kesan re li hev civiya. Di civînê de bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hat nîşandan û wiha hat gotin: “Hûn nikarin roja me tarî bikin.”
Partiya Çepên Kesk, ji bo hilbijartinan li Şemzînanê û Geverê ku navçeyên Colemêrgê ne, bi gel re li hev civiya. Namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê, Vezîr Parlak, Onûr Duşunmez, parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede, parlamenterê HDP’ê yê serdema çûyî Abdûllah Zeydan, parlamenterê Aştî û Demokrasiyê (BDP) Hamît Geylanî tev li civîna bi gel re bûn.
Di civîna bi gel re ya li Geverê de, dowîz û pankartên li ser “Pîvaz, kartol bi xatirê te Erdogan”, ”Ku tu çû miftehên qesrê deyne ba çayvan”, “Dîroka dawîn a bikaranîna AKP’ê 14.05.2023”, “Romanek e ku dawî lê nehatiye”, “Ne 20 meh, 20 salan jî min di girtîgehê de bihêlin, serî natewînim” û “Ê ku bi pêyan dixe, tu yî, şikir ji te re” nivîsandî, hatin vekirin.
NAMZED LI ŞEMZÎNANÊ BI GIRSEYÎ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
Partiyî destpêkê çûn Şemzînanê û li qada Kaniya Bermêşê ji aliyê bi sedan wesayîtan ve hatin pêşwazîkirin. Namzedên li ber buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk axivîn, bal kişand ser tecrîdê û qedexekirina çûyîna zozanan û destnîşan kir ku ew ê hesabê kesên li sînor hatine qetilkirin, bixwazin. Di civînê de bêyî sekin dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “HDP, gel e, gel li vê derê ye” hatin berzkirin.
DIRÛŞMEYAN LI GEVERÊ OLAN DA
Partiyî bi pişt re ber bi Geverê ve bi rê ketin û li çerxeya girtîgeha kevin a navçeyê ji aliyê bi deh hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Hatina ba hev a namzedan û gel, veguherî mîtîngê. Bername, bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê dest pê bû.
Gava rêzgirtinê, sirûda Çerxa Şoreşê hat gotin. Dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin.
‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’
Hevserokên navçeyan û bajêr silav li gel kir û bi şûn de, namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Onûr Duşunmez ku axivî, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev hilbijartin, hilbijartinên rakirina tecrîdê û azadkirina roja Kurdan e. Hevrêyên me ku têkoşiyan, nehişt roja me biçe ava. Em jî soz didin ku em ê tariyê ronî bikin. Di van hilbijartinan de em ê bi ser bikevin û 3’yê Tîrmehê hemû girtiyên xwe yên siyasî azad bikin.”
‘EW Ê TÊK BIÇIN’
Namzed Vezîr Parlak, diyar kir ku ew bêhiqûqî û neheqiya li vîna Kurdan şermezar dike û wiha axivî: “Kurd, serê xwe li ber tu kesî xwar nakin. Ên planê hilweşandinê kir, niha jî planê revê çêdikin. Ên planê hilweşandinê xist dewreyê, wê 14’ê Gulanê têk biçin û ev pergal biguhere.”
‘EM Ê BIBIN DENGÊ JINAN’
Namzed Ozgur Bartin ku bi pişt re axivî, anî ziman ku ji bidawîbûna selteneta AKP’ê re pir nemaye û got: “Vê hilbijartinê, hilbijartina xwestina hemû hesaban e. Em ê hesabê polîtîkayên qeyûm, îmha û înkarê yên berpêyî Kurdan, hesabê kuştina jinan bixwazin.”
Piştî axavtinan, li ber stranên hilbijartinê govend hat girtin. Dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “HDP, gel e, gel li vê derê ye”, “Bêyî Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û bername bi dawî bû.